
Mûşekên rêjîma Îranê bûne gef li ser canê xelkê Îran, Îraq û Ordonê û hejmarek ji diron û mûşekên rêjêmê li axa wan welatan de kevtiner xwarê û deverên medenî li Îsraîl jî bûne armanc.
Hejmarek ji mûşekên sergerdan ên rêjîma Îranê li devera Dînwer li Kirmaşanê û parêlzgeha Enbar a Îraqê kevtine xwarê û agir bi zewiyên werzêrî yên xelkê kevtiye û herwisa bi sedema kevtinexwarê ya dironeke rêjîmê li Ordonê, 3 kes ji xelkê wî welatî birîndar bûne.,
Pêka girte vidyoyên belavbûyî, mûşekên rêjîmê ku bo aliyê Îsraîlê ve hatine avêtin bi sedemek nexuya ji rê derdikevin û li cihên nediyarîkirî û li nav zewiyên xelkê bi taybet li devera Dînwer a ser bi bajarê Sehnê li parêzgeha Kirmaşanê de kevtine xwarê ku hinek ji wan mûşekan, xisarên malî gihandiye werzêran.
Herwisa mûşekek a rêjîma îranê li devera “Elseqlawiye”li parêzgeha Enbar a Îraqê kevtiye xwarê.
Pêka raporên belavbûpyî, hejmarek ji mûşekên rêjîma îranê ku gihştine axa Îsraîlê, li deverên medenî de kevtine xwarê ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna xelkê.
Li vê derheqê de pasdarê terorîst Ebulfezil Şikarçî, berdevkê stada hêzên çekdar ên rêjîma Îranê bi gotinek cihê pêkenînê, gotiye ku Îsraîl bo vê yekê ku mûşek bi navendên wan ên serbazî nekevin, parazîtan çê dikin, lewma hejmarek jî mûşekên me li cihên medenî de kevtine xwarê.