
“ Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsraîl rû bi xelkê Îranê ragihand ku rêjîma îslamiya îranê, dujminê hevpar ê xelkê Îsraîl û Îranê ye û rêjîma Îranê heta niha bi vê qasê bêhêz nebûye, ew derfete bo we, ku bibin yek, serî hildin û dengê xwe li cîhanê bilind bikin.
“ Benjamin Netanyahu”, ê Serokwezîrê Îsraîl, piştî êrîşên berfireh bo ser navendên navkî, kuştina berpirsên payebilind ên spaha pasdaran a terorîst û hejmarek ji zanayên navkî yên rêjîma Îranê ragihand ku Îsraîlê ti dujminiyek digel xelkê bi rûmet ê Îranê nîne û rêjîma Îranê dujminê hevpar ê xelkê Îran û Îsraîlê ye.
Herwisa navbirî bi gotina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ragihand, li halekê de ku em hewlê bo bidestveanîna armancên xwe didin, hevdem mijûlê rêxweşkirinê bo destpêregihîştina we bi armanca we anku azadiyê ne û rêjîma Îranê heta niha bi vê qasê bêhêz nebûye, ew derfete bo we ku bibin yek, serî hildin û li hember rêjîmê bisekinin û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.
Nûçegihaniya “Reuters”ê jî ragihand ku armanca Îsraîl ji wan êrîşan, sekinandina tund a bernameya navkî û zêdekirina heyama destpêregihîştina rêjîmê bi çeka navkî ye û bi pêka giraniya êrîşan, armancên berçavgirtî ji aliyê Îsraîl û axaftinên siyasetvanên Îsraîlî, tê xuya ku armanca demdirêj a herifandina rêjîma îslamiya îranê heye.