Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongire û Senaya Amerîkayê piştevanî li êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê kirin

17:04 - 14 Hezîran 2025

Endamên Kongire û Meclîsa Sena ya Amerîkayê tevî piştevanîkirin li êrîşa Îsraîl bo ser navendên navkî û berpirsên serbazî û zanayên navkî yên rêjîmê, bi rêjîma Îranê huşdarî dan ku xwe ji her kiryarek bi dijî berjewendiyên Amerîkayê, biparêze.

Roja Înê 23ê Cozerdanê, Endamên Kongire û Meclîsa Sena ya Amerîkayê tevî piştevanîkirin li êrîşa Îsraîl bo ser navendên navkî û berpirsên serbazî û zanayên navkî li nav axa Îranê , bi rêjîma Îranê huşdarî dan ku xwe ji her cure kiryarek bo tolhildanê bi dijî berjewendiyên Amerîkayê, biparêze.

Li vê derheqê de “Lindsey Graham”, Senatorê payebind ê Komarîxwaz bi rêjîma Îranê hûşdarî da ku hekî êrîşê bike ser hêz an berjewendiyên Amerîkayê, Amerîka dê bersiveke kawilker bi wan bide.

Ji aliyê din ve Senatorên wek “Ted Cruz, Tom Cotton, Robert Aderholt û Tom Emmer” ên Komarîxwaz tevî piştevanêkirin li wan êrîşên Îsraîl, dane xuya ku mafê Îsraîlê ye ku li hember gefên rêjîma terorîstî ya Îranê, berevanî li xwe bike.

Herwisa “Cêk Owşin Kilas” ê nûnerê Demokratên Amerîka û endamê Komîteya Hêzên Çekdar ên Meclîsa Amerîkayê got: “Rêberên rêjîma Îranê, her bi xwe berpirsê vê rewşê ne, ew gefa qirkirin li Îrsaîlê kirine, Amerîka dibe ku rêgirî ji zêdekirina dijayetî yên ji aliyê rêjîma Îranê bike û hêîzên xwe biparêze”.