
Firokên şerker ên Îsraîl êrîş kirne ser kogeha Neft û wizegeha berqê li Tehranê û şeva derbasbûyî Tehran di nava Agir û Dûmanê de bû.
Gorî ragihandinên Artêşa Îsraîl, şeva derbasbûyî dehan cihên girîng û stratêjîk û navendên serbazî yên rêjîma Îranê.
Li şeva Înê ve ku êrîşên Îsraîl bo ser rêjîma Îranê dest pêkirine, pitir ji 30 kes ji berpirsên serbazî û ewlehiye herî pilebilind ên rêjîmê kuştine ku hinek ji wan ew in, pastar Baqirî fermandê hêzên hevpar ên çekdare rêjîmê, Hacîzade, fermandê hewa fezaya sipahê, Elî Şemxanî, şêwirdarê Xamineyî, Xulamriza Mêhrabî, berpirsê îtlaata sitada giştî a hêzên çekdar, Husên Selamî fermandê giştî ê sipaha pastaran, û dehan pastarên dinê ên tirorîst.
Sîstima bergiriya esmaniye rêjîma Îranê li seranserî welat de bi temamî hatiye jinavbirin.
Binkên Etomiye rêjîmê bûne armanca êrîşa Îsraîl û derbên giran lêkevtine.
Dehan binkên serbaziye rêjîmê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Îlam, Kirmaşan, Qesr şîrîn, Merîwan, Bane, Serdeşt, Pîranşehr, Urmiye, Mihabad û gelek cihên din hatine teqandin.
Çendîn tonêl û binkên bin erdiye Mûşekiye rêjîmê li cihên cuda cuda ye Îranê hatine teqandin.
Li bajarên Tewrêz, Şîraz, Îsfehan, Bûşêhr, Xuremabad, Têhran, Hemedan û cihên dinê de maşînên shilgirên mûşekan û sekoyên avêtina mûşek û dironan hatine jinavbirin. Bi taybet li Tewrêzê paygeha şikariye firokên şerker bi temamî hate jinavbirin.
Li gelek bajaran karxane û navendên berhemanîna mator û diron û mûşekan hatine teqandin.