
Li duyemîn roja êrîşkirina Îsraîl bo ser rêjîmê, dadgeha rêjîmê li parêzgeha Sinê, bi rêya şandina kurtenamê bo xelkê, gef li xelkê xwariye ku nabe keyfxwşiyê ji xwe bidin nîşandan û sizaya yasayî ya giran bo kesên ku keyfxweşiyê bidin xuya diyarî kiriye.
Roja Şemî 24ê Cozerdana 1404 a Rojî, li duyemîn roja êrîşên lipeyhev ên Îsraîl bo ser rêjîmê, cihgirê civakî û rêgirîkirin ji tawanan yê dadgusteraiya rêjîmê li bajarê Sinê, bi şandina kurtenameyan bo mobaylên xelkê bajarê Sinê, gefa vê yekê xwariye ku her kesek, her cure şahîkirin û keyfxweşiyekê bi sedema êrîşê îsraîlê ji xwe nîşan bide û xelkê han bide bi karek hevşêwe, ew tawanbar e, û dê bê girtin û sizaya giran a yasayî bo bê diyarîkirin.
Herwisa rêjîmê gef ji xelkê xwarine ku nabe bi çi avayekê li ser torên civakî post û komêntên handerane belav bikin, rêjîm ji êrîşa Îsraîl zêdetir ji serhildan û şoreşa xelkê Îranê ditirse.