
Artêşa Îsraîl, lîstê nû yên zana û pisporên navkî yên rêjîma Îranê ku li êrîşên sibêdeha roja Înê de bo ser bajarê Têhranê, hatibûne kuştin, belav kir.
Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku ew zana û pisporên ku hatinî kuştin, li projeya navokî ya rêjîma Îranê de sitûn û cemsera herî giring ên zanyariyê ne û ceribandina dehan saleya komkiriyên wan li geşedan bi çeka navkî de habûne.
Nasnameya wan 9 kesan ji aliyê Artêşa Îsraîl ve hatine ragihandin ku ev in: “Fireydûn Ebasî yê karnasê endazyariya navkî, Mihmedmehdî Têhrançî yê pisporê fîzîkê, Ekber Metazade yê pisporê endazyariya kîmiyê, Seîd Burcî yê pisporê metiryalan, Emîrhusên Feqîhîpûr ê pisporê fîzîkê, Ebdulhemîd Mînûçêhr ê pisporê reaktoran, Mensûr Esker ê pisporê fîzîk û Ehmedriza Zulfeqariyê Daryanî yê pisporê endazyariya navokî”.