Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump huşdarî da rêjîma Îranê

12:11 - 15 Hezîran 2025

Donald Trump ragihand ku Amerîkayê li êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê de ti rolek nîne û hekî rêjîma Îranê bi her awayek û bi her şêwazekî êrîşê bike ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê, dê Amerîka bi hemû şiyan û hêza xwe êrîşê bike ser rêjîma Îranê.

Piştî gefxwarinên şanoyî yên rêjîma Îranê li hêzên mezin ên cîhanê yên wek Amerîka û hêzên Ewropayî, Donald Trump Serkomarê Amerîkayê li derheq şerê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, bi belavkirina peyamekê li tora civa “X” de ragihand: “Amerîkayê ti rolek li êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê de nîne”.

Herwisa Sermokarê Amerîkayê bi tundî hûşdar da rêjîma Îranê ku hekî bi her awayek û bi her şêwazek û li her çarçoveyekê de êrîşê bike ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê, Amerîka bi hemû şiyan û hêza xwe li astek ku heta niha li cîhanê de nehatibe dîtin, dê êrîşê bike ser rêjîma Îranê.

Huşdarîdana Serkomarê Amerîka bi rêjîma Îranê li halekê de ye ku rêjîma Îranê, welatên Ewropayî û Amerîkayê bi piştîvanê şerê digel xwe dizane û ragihandiye ku her welatek li berevanîkirina Îsraîlê de alîkariyê bide Îsraîl, dê bibe armanca êrîşên me û hemû binkeyên wan ên wan welatan li deverê, wek binkeyên serbazî li welatên Kendavê û gemiyan wan li kendav û deryaya Sor de ji aliyê Îranê ve dê bibe armanc.