
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tevî tekezî li ser çareserkirina dîplomatîk bo pirsa bernameya navkî ya rêjîma Îranê, ragihand ku nabe bi ti awayek derfet bi rêjîma Îranê bê dan ku bikare çeka navkî bi dest xwe ve bîne.
“Kaya Kalas” a berpirsa siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de tevî tekezî li ser çareserkirina dîplomatîk a pirsa bernameya navkî ya rêjîma Îranê nivîsandiye, nabe bi ti awayek derfet bi rêjîma Îranê bê dan ku bikare çeka navkî bi dest xwe ve bîne û min li axaftina xwe digel Îraqçî yê wezîrê derve yê rêjîma Îranê de jî hevpeyvîn kiriye û metirsiya zêdebûna dijayetiyan li deverê bi awayekî gelek metirsîdar zêde ye”.
Donald Trump ê serkomarê Amerîkayî jî pêştir ragihandibû ku min çendîn caran derfet da rêjîma Îranê ku bi rêya danûstandinan ve pirsgirêkê çareser bikin.