
Artêşa Îsraîl ragihand ku sîstema berevaniya esmanî ya rêjîma Îranê ji kar xistine û li beşek ji esmanê Îranê de devereke azad a esmanî bo firîna balafirên şerker ên Îsraîlê, çêkirine.
“Efî Dafrîn”, Berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku tevahiya sîstema berevanî ya esmaniya Îranê ji kar xistine û Îsraîl dikare bi hêsanî li devera esmanî ya Têhranê de her cure operasiyonekî bi rê ve bibe û me li deverên rojavayî yên Îranê heta Têhranê, devereke azad a esmanî çêkiriye.
Herwisa navbirî ragihand ku li sibêdeha roja Şemiyê de dehan balafirên şerker ên Îsraîlî, zêdetir ji 2 demjimêran li esmanê Têhranê de dor lêdane û dehan cih li paytexta Îranê de kirine armanc û teqandine.
Herwisa Binyamîn Netanyaho, serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku pêka hinek zanyariyan, berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê çemedanên xwe girê didin ku ji Îranê birevin.
Pêka zanyariyên belavbûyî li nûçegihaniyên fermî de, Elîesxer Hicazî, cihgirê berpirsê ofîsa Elî Xamineyî digel berpirsên Rûsiyê danûstandin kiriye ku li rewşa hewce de wan û malbatên wan ji Îranê veguhazin û berpirsên Rûsiyê jî ev yek erê kirine û hejmarek din ji berpirsên rêjîmê jî li hewla peydakirina rêyek ewleh bo derketin ji Îranê ne.