
Pêka raporên belavbûyî yên nûçegihaniyên Îsraîlî, li encama 2 pêlên êrîşên mûşekî û dironî yên rêjîmê li şeva derbasbûyî de 8 kesên medenî yên Îsraîlê hatine kuştin.
Li dawî êrîşa rêjîma Îranê li şeva derbasbûyî de, ciheke akincîbûna xelkê medenî li taxa “Bêyt Yam” li Têlavîvê, 4 kes ku yek ji wan keçek 8 salî bûye hatine kuştin û hewldan bo peydakirina bêserûşûnbûyan jî berdewam e.
Pêştir jî li şîpela yekem a rêjîmê de mûşekek bi malekê li bajaroka “Temre” de kevt ku bû sedema kuştina 4 kesên medenî.
Li vê bajarokê ku piraniya xelkê vê Ereb in, li nêzî bajarê Heyfayê ye û dayîkik digel 2 kiçên xwe û kesekî din hatine kuştin.
Herwisa gorî daxuyaniyên Îsraîl, 35 kesên medenî jî kevtine bin kawl û derbanên herifî heta niha nehatine peydakirin.
Pêka rapora dezgeha hawarêçona Îsraîlê, li şeva derbasbûyî de bi sedema êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê , nêzî 200 kes birîndar bûne ku birîna piraniya wan sivik bûye.