
Artêşa Îsraîl girte vîdyoyek bi zimanê Farsî belav kir û hûşdarî da ku tevahiya kesên ku niha an li paşerojek nêzîk de li nav an nêzî navend û kargehên berhemanîna cebilxane û damezraveyên piştevaniya wan de ne, bi lezgînî li wan deveran derkevin û heta agehdarkirina bê, nevegerin.
Li vê peyama huşdarîdanê de Artêşa Îsraîl ti îşareyek bi vê yekê ku kîjan navend û kargeh an damezraveyên serbazî dê bibin armanc, nekiriye.
Tevî vê rewşê, Berdevkê Artêşa Îsraîl li vê peyamê de huşdarî daye ku bûna kesên medenî li nêzî wan cihan, canê wan dêxe metirsiyê.
Ew hûşdarîdsan li halekê de belav bûye ku li 3 rojên derbasbûyî de çendîn navendên serbazî, neserbazî û herwisa binayên bilind li bajarê Têhranê, bûne armanca êrîşan.