Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dironeke rêjîmê bi cihê Îsraîlê xwe li gundekî ser bi bajarê Pîranşarê xist

12:34 - 16 Hezîran 2025

Roja Yekşemî, dironeke rêjîma Îranê ku bo aliyê Îsraîlê hatibû avêtin, li gundekî ser bi bajarê Pîranşarê de xwe li malekê xist ku li encamê dê welatiyeka wî gundî bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Pêka raporên xwecihî, dironeke spaha pasdaran a terorîst ku li roja Yekşemî bo aliyê Îsraîlê ve hatibû avêtin li gundê “Bindire”yê ser bi bajarê Pîranşarê de li nav malên wî gundî de kevtiye xwarê ku li encamê de jinek a xelkê wî gundê bi dijwarî bireîndar bûye û xisar bi mala vê welatiya Kurd kevtiye.  

Herwisa hatiye ragihandin ku bi sedema dijwariya birîna vê jina Kurd, ev bo navendên dermanî hatiye veguhastin.