
Girtiyên siyasiyên serbilind û xweragir!
Malbatên xebatkar û xweargir ên girtiyên siyasî!
Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!
Çend saleke ku roja 12ê Cozerdanê wek roja girtiyên siyasî yên Kurdistanê hatiye navdêrkirin. Li 12ê Cozerdana 1362 a Rojî de celladên rêjîma komara îslamiya Îranê, li bajarê Tewrêzê de bi encamdana cinayet û tawanek bêmînak, 59 ciwanên xeilkê bajarê Mihabadê bi tawana xebat li pêxema mafê netewî û siyasî û tohmeta hevkarî digel Hizbên siyasî yên Kurdistanê, bikom êidam. Li vê hilkeftê de yada wan ezîzên xebatkar ên jidestçoyî de em silavan bo rihê paqijê wan dişînin û rêz li xebat û xweragiriya hemû girtiyên siyasî yên tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê digrin.
Bêguman girtiyên siyasî yên Kurd hêmaya serîneçemandin û xweragiriya gelekê ne bo azadî, dêmokrasî û serwerîxwaziya Kurd. Girtiyên siyasî yên Kurdistanê li vê pêxemê de girtin, azardan û îşcekirinan nekarî serê wan biçemîne û bi îradeyek polayî li hember sitekmaran de sekinîn. Wan reşçal û girtîgehên rêjîma komara îslamî kirine çepera xebat û xweragiriyê û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê rojê de silavan bo canê paqijê hemû şehîdên doza azadî, bi taybet hemû şehîdên girtiyên siyasî dişîne û li hember meznahî, xweragirî û liserpêxwemana girtiyên siyasî, bejna xwe ditewînin.
Li cinayeta 12ê Cozerdanê ya 41 salan berî niha de, şêwaza girtina wan 59 xebatkarên siyasî, lêkolînên ji wan li jêr îşkenceyan û şêwaza dadgehîkirina wan û êidama wan a bi kom û herwisa bêserûşûnkirina termên wan, mînakek xuya li reftara rêjîma komara îslamî digel neraziyan û dijberên siyasiyên xwe li girtîgeyhan de bûye ku heta niha jî li derheq xebatkarên siyasî yên Kurd, berdewam e. Hevdem digel vê tawana bi sam, nîşaneya siyaseta qirkirina sîstematîk ya çandî û fîzîkî ya rêjîmê li dijî gelê me ye.
Welatiyên xoşewîst!
Komara îslamî ji destpêka hatinaserkarê xwe ve bi milîtarîzekirina Kurdistanê û destavêtin bi hemû cure serkutkirinek, ji girtin, bidarvekirin û sepandina sizaya girgîgehê bo ser mafxwazên Kurd ve heta terorkirina rêberan, kadr û pêşmergeyan, bombebarankirina deverên avedan, talankirina çavkaniyên sirûştî û hewldan bo helandin û asimîlekirina çandî û berfirehtirkirina diyardeyên zirarder ên civakî, Hewl daye îradeya gelê me bişkêne.
Binpêkirinên eşkere û xuya û berdewam a mafên mirovî li Kurdistanê, siyaseteke armancdar bo fetisandina dengê mafxwazî û azadixwaziya gelê me bûye. Mixabin ku civaka navnetewî û hêzên cîhanî jî, helwîsta bi wec û hewce li hember wan tawankarî û cinayetên rêjîma Îranê li pêş xwe negirtine û berjewendiyên demkî yên siyasî û aborî, serwetir ji nirxên mirovî danîne.
Rêjîma Îranê jî bi peydakirina vê derfetê û bikaranîna xirab a vê rewşê, tawankarî û cinayetên xwe bi taybet tepeserkirina xelkê li Kurdistanê, berfirehtir kiriye. Tevî vê yekê jî dîrok şahidiyê dide ku gelê Kurd û xortên têkoşerên vê, ti car teslîm nebûne. Girtîgehan neku her nekariye îradeya polayî ya têkoşerên Kurd bişkêne, belku wan girtîgeh kirine çepera berxwedanê û navenda pêgihandina nivşa hişar û micid li ser gihîştin bi azadî û mafên netewî. Şandina tejî seh a ciwanan bo girtîgehan û pêşwazîkirina hemasî li wan li dema azadkirinê de belgeya vê rasiyê ye ku gotara xweragirî, bi ser gotara teslîmbûnê de bi ser kevtiye û hêviya paşerojek rohn li dilê xelkê Kurdistanê de zindî kiriye.
Girtiyên siyasî ên mêrxwas!
We bi xweragirî û li jêr hemû êş û azar û îşkenceyên hundirî û fîzîkî de alaya xebat bo azadiya Kurdistanê bilind ragirtiye û rohnîderê hemû xebatkarên doza azadî û mînakên bilind ên pêbendî bi armancên gelê xwe ne. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, rêz ji xebata ve digre û xweragira ve bi zaminê berdewamiya xebat û mizgînîderê serkevtiuna dawî dizane.
Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistanma Îranê, tevî dubarekirina soza xwe digel armancên bilind ên şehîdên doza azadiyê bi taybet şehîdên 12ê Cozerdanê û bi ragihandina spas û pêzanîna dubare li xweragirî û taba malbatên girtiyên siyasî, xatircem e ku xwîna şehîdan û jankêşana girtiyên siyasî dê bigîhîje encamê û gelê Kurd li Kurdistanek azad û demokratîk de mafên xwe yên binpêkirî, bi derst ve bîne.
Silav li rihê paqijê şehîdên doza azadiya Kurdistanê!
Bilind û pîroz be, yada hemû girtiyên siyasî, ew qehremanên bê navûnîşan û navdarên gel!
Her bilind be xebata mafxwazaneya gelê Kurdistanê!
Hiuzba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
11ê Cozerdana 1404 a Rojî