
Welatiyekî xelkê bajarê Dîwanderê, piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaat a spaha pasdaran a terorîst li bajarê Dîwanderê, hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemî 25ê Cozerdana 1404 a Rojî, welatiyekî xelkê gundê “Kêle Kewe”yê ser bi bajarê Dîwanderê, yê bi navê “Fuad Muradî”, piştî banghêjkirin bo îdarteya îtilaat a rêjîmê li bajarê Dîwanderê, hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Ew ciwanê Kurd li roja Şemî 17ê Xermanan a sala 1403 a Rojî de jî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Dîwanderê hatibû girtin û piştî heyamekê hatibû azadkirin.
Sedema banghêjkirin, binçavkirin û tohemtên sepandî bi ser wî ciwanê Kurd û herwisa cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.