
Nûçegihaniya Reutersê belav kiriye ku ji destpêka êrîşên Îsraîl li roja Înê ve, zêdetir ji 14 zanayên navkî yên rêjîma Îranê hatine kuştin.
Wê çavkaniyê li roja Yekşemî 25ê Cozerdanê de ragihand ku beşek ji wan zanayên navkî bi rêya êrîşên esmanî û çend kes jî bi rêya bombrêjkirina maşînên wan, hatine kuştin.
Piştî êrîşa berfireh a Îsraîl bo ser damezraveyên navkî û wêzwhên berhemanîna mûşekên balistîkî li Îranê bi bikaranîna balafirên şerker û dironan hejmarek ji fermandeyên serbazî yên payebilind ên rêjîma Îranê û zanayên navkî, hatine kuştin.
Li hember de rêjîma Îranê sedan mûşek avêtine Îsraîl, tevî ku piraniya wan mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîl ve bûne armanc, lê hejmarek ji wan mûşekan, hejmarek bîna û cihê niştecîbûna xelkê li Îsraîlê kirine armanc.