Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê xelkê wek mertalê zindî bi kar tîne

13:33 - 16 Hezîran 2025

Rêjîma Îranê bi cihgîrkirina lançêrên avêtina diron û mûşekan li cihê niştecîbûna xelkê medenî, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, wan wek mertalê zindî bi kar tîne û Hemas û Hizbullahê jî bo bikuştindana xelkê Lubnan û Felestînê, ew şêwe bikar dianîn.

Pêka rapora Hengawê, spaha pasdaran a terorîst alavên şer û cebilxane bo aliyê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dişîne û girtevidyoiyek ji vê şandina cebilxane belav kiriye ku ji parêzgehên navenda Îranê bo aliyê parêzgeha Sine û Kirmaşanê, hatiye şandin.

Pêka vê çavkaniyê, spaha pasdaran a terorîst tevî derxistina hejmarek ji xelkê medenî li hinek deverên pîşeyî yên bajarê Kirmaşanê, lançêrên avêtina diron û mûşekan li taxên wek Dîzilava ya wî bajarî de cihgîr kirine û xelkê wan deveran wek mertalê zindî bi kar tîne.

Rêjîma Îranê hevşêweyê Hemas û Hizbullahê, bo kuştindana xelkê medenî lançêrên avêtina diron û mûşekan li nav kolanên deverên niştecîbûna xelkê de cihgîr dike.