Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîl li çaremîn rojê de dijwartir ji rojên pêştir e

13:36 - 16 Hezîran 2025

Piştî êrîşên gelek dijwar û giran ên Îsraîl bo ser binke û damezraveyên spaha pasdaran û navendên navkî û wêzgehên avêtina mûşekan û enbarên mûşek, diron û cebilxaneya rêjîmê bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, roja Dûşemiyê jî êrîş berdewm bûn.

Li roja derbasbûyî de bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên wek Meşhed, Têhran, Tewrêz, Îsfehan û çend bajarên din li bakûrê Îranê, enbarên mûşek, diron û cebilxaneya rêjîmê û binkeyên spaha pasdaran a trorîst, li bajarên wek Kirmnaşan, Pîranşar, Seqiz, Urmiye û çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê,bûne armanca êrîşên Îsraîl û ew êrîş li roja Dûşemî 26ê Cozerdanê jî bi awayek dijwartir her berdewam in.

Pêka dawî raporên belavbûyî, wêzgeha avêtina mûşekên şeva derbasbûyî bo Îsraîl yên li devera Dîzilava û dewletava yên bajarê Kirmaşanê û çendîn enbarên cebilxane û mûşekên rêjîmê, bûne armanca êrîşên Îsraîl û hatiye jinavbirin.