
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 25ê Cozerdana 1404 a rojî li bajarê Dîyarbekirê, 4emîn Kongreya xwe ya Asayî bi diruşma "Çareseriyekê Federal Ji Bo Pirsgrêka Kurd" bi serkKuristanê di bin rêveberiya Dîvana ku ji Alaatin Aras, Zehra Fidan, Sidar Bingol û Muhsin Çelik ve pêkhatibû, dest bi xebata xwe kir. Gelek partî, nûnerên saziyan û kesan bi peyamên ku şandin ji Kongreya PSK re serkeftin xwestin. Hola Kongreyê, ku posterên serokên Kurd lê hatibûn daliqandin, bi alayên Kurdistanê hatibû xemilandin. Kongreya 4an bi rêzgirtin jibo şehîdan û sirûda “Ey Reqîp” dest pê kir û bi axaftinên Serokê Giştî yê PSKê, Bayram Bozyel û mêvanan dewam kir.
Di Kongreya 4emîn a PSKê da derbarê rewşa sîyasî û paşerojê çend biryar hatin dan.
Di Kongreya PSKê ya 4an da hilbijartin çêbû. Di encamê da Bayram Bozyel bi yekdengî wek Serokê Giştî hat hilbijartin. Herwisa desteya Meclisa PSKê a nû jî bi yekdengî hat destnîşan kirin.
Herwisa peyama pîrozbahîkirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê jî bo birêveçona serkevtiyane ya Kongireya 4em a vê partiyê li vê kongireyê de hate pêşkêşkirin.