Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmaşanê zêdetir ji 15 girtî hatine kuştin

12:12 - 17 Hezîran 2025

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser binke û enbarên spaha pasdaran û lançêrên avêtina mûşekan li bajarê Kirmaşanê, hêzên garda taybet ya rêjîmê êrîş kirine ser girtîgeha Dîzilava ya li bajarê Kirmaşanê û hejmareke zêde ji girtiyan kuştin û dehan girtî jî birîndar kirin.

Piştî êrîşa Îsraîl û teqndina enbarên cebilxane û mûşekiya spaha pasdaran li taxa Dîzilavaya bajarê Kirmaşanê li nêzî girtîgehê, alozî kevtiye nav girtîgeha rêjîmê li vê taxa bajarê Kirmaşanê û berpirsên rêjîmê di cihê çareserkirina tirsa girtiyan û veguhastina wan bo cihek ewleh, bi rêya tepeserî û tundûtîjiyê, bi gulleyan û gaza bîber, êrîş kirine ser wan girtiyan û zêdetir ji 15 girtî kuştin û zêdetir ji 30 girtî jî birîndar kirin.

Pêka gitina hinek çavkanioyan, berpirsên girtîgehê bo rêgirîkirin ji egera derkevtina girtiyan, hejmarek ji deriyên vê girtîgehê bi cûşkirinê daxiste, malbatên girtiyan gelek nigeran bûne û berpirsên pêwendîdar jî li vê derheqê de tiagehdarî an zanyariyekê belav nakin.

Herwisa hatiye baskirin ku termê kuştiyan bi maşînên li nav girtîgehê bo cihek nexuya veguhastine û zêdetir ji 30 girtiyê birîndar jî bo nexweşxaneyên Îmam Riza û Taliqanî li bajarê Kirmaşanê veguhastiune.