
Piştî dijwartirbûna şerê Îsraîl digel rêjîma Îranê, Amerîkayê bi qasekî nexuya balafirên cura şewatber ên esmanî bo binkeyên xwe li nêzî deryaya Naverast li Ewropayê de cihgîr kirine, herwisa gemiya navkî ya firokehilgira USS Nimitz, rû bi Rojhilata Navîn ve tê.
Pêka rapora Elerebiye, piştî alozbûna zêdetir a Rojhilata Navîn û destpêkirina şerê Îsraîl digel rêjîma Îranê, Amerîkayê hejmareke zêde ji balafirên cura şewatber ên esmanî bo binkeyên xwe li nêzî deryaya Naverast de cihgîr kirine û sedema hatina wan balafiran bo zêdekirina bijardeyên li ber destê Donald Trump ê serkomarê Amerîka li aloziyên Rojhilata Navîn de hatiye ragihandin.
Herwisa vê nûçegihaniyê daye zanîn ku gemiya navkî ya firokehilgira “USS Nimitz” a Amerîkayê ku hilgirê zêdetir ji 90 balafirên şerker û hemû cure çekên pêşkevtî ye, ji deryaya Çînê ve ber bi Rojhilata navîn ve bi rê kevtiye.