Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esmanê Îranê bo firînê her bi daxistî maye

11:10 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

Rêjîma Îranê hêj nekariye esmanê Îranê bêxe jêr kontrola xwe û esmanê Îranê bi daxistî maye.

Pêka rapûorekê ku malpera “Flightradar” belav kiriye, bi tenê çend firîn li esmanê Îranê hatine tomarkirin ku ji welatên din ve ji esmanê Îranê re derbas bûne û rêjîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê li ragihandinên ser bi rêjîmê de esmanê xwe heta demjimêr 2ê nîvro ya roja Sêşemî bi daxistî ragihandiye û renge careke din jî bê demdirêjkirin.

Piştî derbasbûna heftiyekê ji agirbesta li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, esmanê Îeranê bi daxistî maye û sîstema berevaniya rêjîmê ku li êrîşa esmanî a Îsraîl de bibû armanc bi tevavî ji nav çoye û pêka çavkaniyên îsraîlî, esmanê Îranê her li jêr konterola Îsraîlê de ye û Îranê de dengê teqînan û pedafendên rêjîmê her têne bihîstin.

Deshilatdarên Îsraîlî bi tekezî çendîn caran ragihandine ku esmanê Îranê bo wan hertim wekiriye û êdî naxwazin vê baladestiya kontirolkirina esmanê Îranê ji dest bidin.