
Durûziyên li başûrê Sûriyê, çend roj e ku kevtine nav şerekî nexwestî de û hinek ji eşîretên Sûriyê yên ser bi dewleta Sûriyê, bi êrîşkirina bo ser vê deverê û anîna hêz û cihgîrkirina zirêpoşan, bûne sedema kuştina zêdetir ji 130 kesî.
Ji aliyê din ve Îsraîl Kats, Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku Artêşa Îsraîl çendîn ermanc li sûriyê de ji nav birine ku peyameke rohn û micid bi dewleta Sûriyê bidin ku Îsraîl derfeta derbelêdan bi Durûziyan bi we nade û Îsraîl li hember wan êrîşan de bêdeng nabe”.
Artêşa Îsraîl, tank û zirêpoşên êrîşker bi parêzgeha Swêda ku devera Durûziyan e, kirine armanc û teqandin.