
“Jean Noel Barrot” Wezîrê Derve yê Firansê ragihand ku herî zêde heta 6 heftiyên din anku dawiya heyva Agostê, digel Alman û Birîtaniyayê, dê mikanîsma maşê anku zivirandina hemû dorpêçan bo ser rêjîma Îranê, dê bi rê ve bibin.
Herwisa “Jean Noel Barrot” bi rohnî huşdarî da rêjîma Îranê da ku hekî ti lihevkirinek bi wec a bernameya navkî neyê kirin, ev mikanîsm dê bê çalak bibe.
Navbirî bi tekezî ragihand, “bê sozek qahîm, êşkere û rohn û cihê ceribandinê ji aliyê rêjîma Îranê, em dê vê mikanîsmê çalak bikin”.
Nabirî daxwza azadkirina barimteyên xelkê Firansê li Îranê de kir û ragihand ku “rêjîma Îranê li heyama 10 salên derbasbûyî de sozên xwe yên erêkirî, hemû binpê kirine lewma me û hevpeymanên me mafê vê yekê heye ku wan dorpêçên ragirtî, careke din çalak bikin”.