
Şêwreya Ewropayê li roja Sêşemî 24ê Pûşperê, 8 kes û navendek li Îranê bi sedema binpêkirina mafên mirov û tepeserkirina derveyî sînoran li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.
Pêka vê daxuyaniyê, Tora Zindeştî, Nacî Zîndeştî, Ebdulwehab Koçak, Elî Isfencanî, Elî Koçak, Ekrem Oztûnc, Nîhad Asan, Riza Hemîdî Rawerî endamê îtilaat rêjîmê ku çavdêrê torên tawankar e û Mihemed Ensarî yê berpirsê yekeya 840 a spaha quds a spaha pasdaran a terorîst e ku wan toran bi armanca cîbicîkirina pîlanên rêjîmê bi kar tîne, li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin
Pêka vê daxiyaniyê, bikaranîna torên tawankar ji aliyê rêjîmê ve bo encamdana pîlanên rêjêmê li Ewropayê lezgîntir bûne.
Darayiya wan kesan û vê navendê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve dest bi ser de tê girtin û serdana wan bo Ewropayê hatiye qedexekirin.
Yekeya 840 a spaha Quds a spaha pasdaran a terorîst bi rêya taqim û torên tawankar, armancên rêjîma Îranê wek kuştin, revandin, bêserûşunkirin û veguhastina rexnegir û dijberên rêjîmê bi taybet li Ewropayê de cî bi cî dike.