
Roja Yekşemî 22ê Pûşperê, li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenê, wêbînarek siyasî bi beşdariya “Fuad Xakîbêygî”, endamê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo komîteya vê Hizbê li Ustraliyayê hate lidarxistin.
Li destpêkê de “Mesûd Semedî”, wek birêveberê vê Wêbînarê, xêrhatinkirin li “Fuad Xakîbêygî” kir û Wêbînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê Şehîdan, dest pêkir û “Selah Pûresed” ê berpirsê Komîteya Hizba Dêmokrat li Ustraliyayê, “Fuad Xakîbêgî” bi beşdarbûyên Wêbînarê da nasandin.
“Fuad Xakîbêgî”, gotara xwe ku li beşa yekem de taybet bi kesayetî û rola Dr. Qasimlo li nav Hizba Dêmokrat û şoreşa Rojhilat û beşe duyem li derheq rewşa Rojhilatê Kurdistan, Îran û deverê pêşkîş kir.
Beşa dawiya Wêbînarê bo pirsyar û bersivdan û têbînîiyan hatibû diyarîkirin.