
Roja Yekşemî 22ê Pûşperê, li 36emîn salvegera terorkrin a Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyenê, semînarek ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo “Ako Elyasî”, helbestvan û nivîskar û endamê mêjve yê Hiza Dêmokrat hate lidarxistin.
Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê Şehîdan, dest pêkir û ji aliyê “Elî Muradî”, birêveberê vê semînarê, xêrhatinkirin li beşdarbûyan hate kirin.
Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê xatûn “Çîmen Barammîrza” ya berpirsa Giştî ya Komîteya Hizbê li Swîsê, hate pêşkêşkirin
Li vê semînarê de “Ako Elyasî” gotareke girîng li derheq “Dr. Qasimlo” û jiyan û xeabata vî rêberê mezin, pêşkêş kir û piştre helbestek şoreşvanî ji aliyê “Elî Soreçemî” ve hate pêşkêşkirin û semînar bi axaftinên beşdarbûyan li derheq “Dr. Qasimlo” bi dawî hat.