Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada Şehîdên Viyenê li welatê Ortîşê de bi bilind hate ragirtin

16:30 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li Ortîşê de li 22ê Pûşperê, rêûresma bîranîn a Şehîdên Viyenê ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Otrîşê û bi beşdariya nûnerên beşa herî zaf a Hêz û rêkxiravên Kurdistanî û herwisa Kurdistaniyên rûniştî li welaytê Otrîşê li salona akademiya perwerdeya siyasî ya Hizba Sosyaldemokrat a Otrîşê de bi rê ve ço.

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdan dest pêkir û piştî bixêrhatinkirina “Husên Xalxal” bi nûneratiya Hizbê li beşdarbûyan, helbestek ji aliyê “Mihemed Feqêelî” bi hevkariya kak Şoreş” ê mûzîkjen, pêşkêşî beşdarbûyan kir û peyama Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat ji aliyê xatûn “Munîre Nigehdar” a berpirsa Komîteya Hizbê li Otrîşê ve hate pêşkêşkirin.

Li vê rêûresmê de Dr. “Sediq Zerza” gotarek li derhq xebat û tekoşîna “Dr. Qasimlo” û herwisa “Dana Şedele”, gotarek li ser vî şehîdê mezin, pêşkêş kirin û peyama Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ji aliyê berpirsê vê partiyê li Otrîşê “Omer Îbrahîm” û peyma Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurdistana Sûriyê, ji aliyê “Mihemedemîn Yûsif” ve hate pêşkêşkirin.

Li vê rûresmê de Dr. “Renc Resûl”, ê endamê malbata Şehîd Dr. “Fazil Resûl”, kurtiyek ji jiyana wî Şehîdê Viyenê, pêşkêş kir.

Herwisa “Ebdulla Pola” peyama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşkêş kir û “Fireydûn Ebdulla” jî peyama “Mala Kurd li Otrîşê” pêşkêş kir û xatûn “Lane Eqdesî”yê jî peyama Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Jîna”yê bi zimanê Almanî pêşkîş kir.

Li vê rêûresmê de hizbên ku piştevaniya xwe li vê rêûresmê dane xuya û peyamên xwe gihandine birêveberê vê rêûresmê ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bakûr

Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê

Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Gelê Kurd li Sûriyê

Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurdistana Sûriyê

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê

Kurdên Yarsan li Otrîşê

Kurdên Êzidî li Otrîşê