Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

FBI, wêneyên berpirsên rêjîmê li bêserûşûnkirina Robert Lêvînson, belav kirin

16:46 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2025

Îdareya Lêkolînên Federal a Amerîka(FBI)yê wêneyên 3 piledarên îtilaata rêjîmê ku pêka zanyariyên Amerîkayê li revandina “Rober Lêvînson” ê malnişînkiriyê “FBI”ê de rola bingehîn hebûne belav kirin.

Pêka rapora “FBI”yî, “Riza Emîrîmeqdem, Teqî Danişwer û Xulamhusên Mihemedniya” li sala 2007 a Zayînî de Robert Lêvînson li girava Kîş a Îranê de revandine û bêseûşûn kirine ku heta niha jî zindîbûn an mirina wî kesê Amrîkayî, bi serastî nehatiye zanîn.

“FBI”ê belav kiriye ku “Riza Emîrîmeqdem” niha balyozê rêjîmê li Pakistanê de ye û berpirsê tîma revandina “Robert Lêvînson”bûye.

Pêştir jî “FBI”ê ragihandibû ku 2 berpirsên din ên îtilaata rêjîmê yên bi navên “Ehmed Xezayî û Mihemed Basirî” li vê revandinê de rol hebûne û bo peydakirina wan 2 kesan an her zanyariyek li derheq wan terorîstên rêjîmê, 25 milyon Dolar, xelat diyarî kiriye.