Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Sûriyê ji devera Swêydayê paşekêşî kir

11:23 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî êrîşa tunde esmaniya Îsraîl bo ser koşka serkomarî û stada fermandehiya artêşa Sûriyê, û çendîn navendên din ên serbaziye Sûriyê ku hatine teqandin, karwanê artêşa Sûriyê û çekdarên tundajo yê Ehmed Elşeri, li parêzgeha Swêdayê jî kevtne ber êrîşa esmanî û ji nav çoye.

Herwisa hêzên Durûziyan li parêlzgeha Swêdayê de li hember hêzên artêşa Sûriyê û herwisa girûpên çekdar ên ser bi dewleta Sûriyê sekinîn û li çendîn deveran heta li nêzî bajarê Demîşqê alaya dewleta Sûriyê anîne xwarê û Durûziyan Ala Îsraîl li ser bînayên hikûmetî hildidan.

Hêzên ser bi dewleta Sûriyê tevî kuştara hovane a xelkê Durûzî, tevahiya nexweş, duktor, kadrên dermanî li nexweşxaneyekê li Swêdayê de komkuj kirine.

Piştî huşdraîdanên beşeke zêde ji welatan bi taybet welatên Rojavayî, hêzên artêşa Sûriyê ji devera Swêdayê paşekêşî kirine û pêka hinek çavkaniyên wek Reutersê egera sekinandina şer û aloziyan li Sûriyê de heye.

Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku dê bi hemî awayekê parêzvaniyê ji birayên xwe yên Durûzî bike.

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser navendên hikûmeta demkiye Sûriyê û jinavbirina navendên herî girîng wek koşka serkomarî, sitada Artêşê û wezareta berevaniya Sûriyê û bombebarana çekdarê Sûrî li deverên Durûziyan de, Îsraîl gefa kuştina Ehmed el şeri kiriye û wan 2 rojan Ehmed El şeri jî xwe weşartiye.