Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî bi hemû cinayetên xwe îdia û daxwaza dadperweriyê dike

11:36 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2025

Elî Xamineyî, rêberê rêjîma Îranê, ji destpêka vê rêjîmê ve li hemû cinayet, tawankarî, teror û pîlanên gemar ên rêjîmê de rola bingehîn hebûye û niha daxwaza dadperweriyê dike.

Li halekê de ku cinayetên Elî Xamineyî li Rojhilatê Kurdistanê, Belûçistanê, Azerbaycanê, Turkemensehra û Xûzistanê hêj ji bîra xelkê neçone û niha jî rojane berdewamin, li halkê de ku cinaytên wek ya dehka 60an û dehan cinayetên lipeyhev û rola wî li kuştin û girtina xelkê Îranê li salên 98 û şoreşa Jînayê, li hezaran dosye û arşîvên navxwe û biyanî de hene, bi bêşermanetirîn şêwazê, xelkê medenî û bê tawan bi cinayetkar binav dike û daxwaza sizakirina herî tund a wan dike.

Elî Xamineyî ber bi herifîna yekcarî ve diçe, hêj tawankarî û bi kuştindana xelkê Yemen, Îraq, Sûriye Lubnan, Felestîn û Îsraîl, hêj li rojevê de ne, daxwaza dadperweriyê dike.

Elî Xamineyî ku pêş êrîşa Îsraîl bo ser rêjîmê heta niha ku xwe weşartiye, bo rûhiye dan bi cinayetkarên girêdayî bi xwe, roja Çarşemiyê vîdeoykî tomarkirî belav kir ku wisa bide xuyakirin ku ji xwe weşartinê derkevtiye.

Xamineyî dîsan bêşermane basê destkevtên rêjîmê li şerê 12 roje de kir û dîsan gef kirin ku hekî carekî din Îsraîl û Amerîka êrîşê bikne ser rêjmê, dê digel bersiv û tola tund hember bibin.