
Hêzên îtilaat rêjîmê roja Sêşemî 24ê Pûşperê li bakûrê Xurasanê de li bajarê Bucnûrdê, bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, bi êrîşkirina bo ser mala welatiyê Kurd “Araz Salihî”, hewla binçavkirina keça wî ya helbetswan a bi navê “Kejal Salihî” yê dabûn lê ew bi barimte girtine ku keça wî ya 14 salî ku helbestek welatperwerî strandiye, xwe radestî hêzên îtilaata rêjîmê bike.
Herwisa “Fuad Mihemedî”, xelkê bajarê Sinê li 23ê Pûşperê û “Sebah Emîniyan”, xelkê bajarê Bokanê li 22ê Pûşperê û “Hamid Şamî” xelkê bajarê Pîranşarê li 19ê Pûşperê” li êrîşkirinên xoserane û neyasayî yên hêzên hov ên îtilaat rêjîmê, hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê qedera wan welatiyên Kurd her bi nerohnî maye.