Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sînorî Hencîranê kolberek kuştin

11:47 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2025

Hêzên hov ên sînoriya rêjîmê li bajarê Merîwanê li Sînorê Hencîranê de li roja 24ê Pûşperê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li kolkberek ê bi navê “Peyam Ehmedî” kirin ku li encama vê kirayara hova ne de, ew kolber hatiye kuştin.

“Peyam Ehmedî”, bavê zarokî û xelkê gundê “Ber Qurû”yê ser bi bajarê “Sewlawa”yê ye û termê wî kolberî rojek piştî kuştina wî, hatiye peydakirin.

Pêka raporên belavbûyî, termî wî kolberî li nexweşxaneya bajarê Merîwanê de hatiye ragirtin û biryar e ku termê wî li gundê wî de bi axê bê spartin.