Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

750 ton cebilxaneya rêjîmê ku bo Hûsiyan dihate şandin, hate girtin

11:49 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2025

Bo yekem car, roja Çarşemî 25ê Pûşperê, hêzên ser bi dewleta berê ya Yemenê, zêdetir ji 750 ton cebilxaneya rêjîma Îranê ku mûşekên Kurûz, mûşekên dije gemî, mûşek û alavên berevaniya esmanî, kumîkên teqîn û diron û motorên dironan bûne, li rêya şandin bo Hûsiyên Yemenê, li ser avên nêzî Yemenê de dest bi ser de girtine.

Herwisa wan hêzan ragihandine ku belgeyên bikaranîna wan alavan bi zimanê Farsî jî digel wan cebilxaneyan de bûne ku ji alliyê şirketeke ser bi wezareta berevaniya rêjîma Îranê hatine berhemanîn û ew şirket jî li lîstê dorpêçên Amerîkayê de ye.

General “Maykêl Korîla” ê fermandeyê “SENTCOM”ê tevî destxweşîkirin li wan hêzan ragihand ku ew cebilxaneya rêjîma Îranê dide xuya ku rêjîma Îranê, ji hewlên xwe bo alozkirina deverê dest hilnagire û mezintirîn alozkerê deverê ye.