
Herjmarek ji çalakvanên medenî û mafê mirovî, li Îran û derveyî Îranê daxwaza birêveçona rifrandom bo yasaya bingehîn ya Îranê bo dabînkirina mafê diyarîkirina çarenivîs a xelkê Îranê kirin.
Wan çalakvanan, tevî nîşandana nigeraniya xwe ji qedera xelkê Îranê, hûşdarî dan ku “xelk û welatê me li demekî herî dijwar a dîroka serdem de ne û kite rêya rizgarbûn ji vê, tekezî bi ser hewldan û çalakiya xelkê û mafê wan bo diyarîkirina çarenivîsa wan bi xwe ye.
“Nergis Muhemmedî, Nesrîn Sutûde, Ferîba Heştrûdî, Ebulfezil Qedyanî, Perestû Furûher, Hatem Qadirî, Husên Rezzaq, Seîd Medenî, Siddîqê Wesmeqî, Ebas Sadiqî, Ebdullah Moiminî, Ebdulfetah Sultanî, Etaullah Şîrazî, Mihemedriza Feqîhî, Mihemed Sêyfzade, Mezer Zerrabî û Mehdî Mehmûdiyan” wajokerê vê daxuyaniyê ne.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye ku ti rêjîmeke zordar, amade nîne rifrandomek wiha bi rê ve bibe.