
Roja Înê 27ê Pûşperê, parlemana Bêljîkê bi 135 dengên “Erê” û 14 dengên “Bêalî” û bê dengê “Ne”, spaha pasdaran a rêjîma îslamiya Îranê wek rêkxiraveke terorîstî nas kir û xiste nava lîstê girûpên terorîstî de.
Ev biryara parleman Biljîkê ne tenê spaha pasdaran bi fermî bi terorîst nas dike, belku pêka vê biryarnameya erêkirî ya parlemna Bêljîkê, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin ku spaha pasdaran bi fermî bi terorîst nas bike û li lîstê rêkxiravên terorîstî li Ewropayê, tomar bike.
Herwisa li vê biryarnameyê de daxwaza azadkirina lezgîn û bê merc ya “Ehmedriza Celalî” û dawîanîn bi hemî bidarvekirinan li Îranê de hatiye kirin.