
Hêzên hov ên rêjîma Îranê îdia kirine ku bi sedema şik û gumankirin li 2 maşînan, gulle bi ser wan de reşandine, lê li rastiyê de wan hêzên hov, bi awayê xoserane û bê hebûna ti hêcet an belgelekê bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê teqe li wan 2 maşînan kirine.
Tevî ku heta niha nasnameya wan 4 kesan nehatiye belavkirin, lê pêka wêneyên belavbûyî, ev malbatek e ku 2 zarokên wan hebûne û li dema teqekirinê de 3 ji wan demûdest canê xwe ji dest dane û yê çarem jî çend demjimêran piştî vê kiryara hovaneya rêjîmê li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.
Bi sedema sansora tund ji aliyê rêjîmê bo encmdana vê cinayeta hovaneya, hêj nasnameya wan 4 kesan belav nbeûye.