
Yekîtiya Ewropa û Troîkaya Ewropayê anku Firanse, Alman û Birîtaniya, bi hevahengî digel Amerîkayê, bi rêya pêywendiya têlêfonî digel wezareta derve ya rêjîma Îranê, bi fermî oltîmatom dane rêjîmê ku li heyama diyarîkirî de dibe lihevkirinek serast û cihê ceribandinê digel wan bike, nekû heta dawiya heyva “Agost”ê anku 40 rojên din, mikanîzma maşê dê bi ser rêjîma Îranê, bê cîbicîkirin.
Dawîhatina tevav bi berameya meyandina Uraniyom, sekinandina tevav a berhemanîna mûşekên dûrhawêj û sekinandina alîkarîdan bi terorîzma navnetewî û milîsan, mercên bingehîn in.
Wezîrê derve rê rêjîmê li berteka vê oltîmatomê de gotiye ku bila Ewropa dest ji siyasetên kevin ên gefxwarin û givaşxistinê berdin.
Rêjîma Îranê îdia dike ku bi ti awayek, dest ji meyandina Uraniyomê bernade , Rûsiyê jî daxwaz ji rêjîmê kiribû ku nabe li pey meyandina Uraniyomê be.