Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçonên li Sûriyê berdewamin û rewşekî tevlîhev û cihê nîgeraniyê heye

11:27 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî evê ku hate ragihandin şer hatiye sekinandin û bi tedexula welat û hêzên navnetewî agirbestek hatiye ragihandin, agirê şer careke din li devera Swêda ya Durûziyan de bilind bû.

Tevî agirbesta li parêzgeha Swêdayê li Sûriyê û kuştina zêdetir ji 600 kesî li şerê 4 roje li vê deverê de, careke din roja Înê 27ê Pûşperê, şer li navbera Durûziyan û eşîretên ser bi dewleta Sûriyê dest pê kiriye û çend cihên li parêzgeha Swêdayê kevtine destê wan.

Wan eşêretan gotine ku agirbest li navbera dewleta Sûriyê û Durûziyan de ye û ev agirbest êrîşetan li xwe nagire û idia kirine ku êrîşkirina wan, bo rizgarkirina kesên wan ên li destê Durûziyan de ye.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, hêzên çekdar ên Durûzî, bo nav çeperên xwe yên berevanî li bajarê Swêdayê paşekêşî kirine lê hêzên dewleta Sûriyê xwe ji destêverdana rasterast parastine û kontrola rêyên bo parêzgeha Swêdayê li destê wan de ye.