
Govara National Interest a Amerîkayê belav kiriye ku rêjîma Îranê, bi sekinandin û rêgirîkirin li karên lêkolerên Ajansa Navkî ya Wizeya navkî û herwisa nerohnî û sekinandina danûstandinan wek derfetek bo lipeyketina lezgîn bo berhemanîna çeka navkî bi kar aniye û bi lezgînî, mijûlê hewldan bo berhemanîna çeka navkî ye.
Li halekê de ku ne Amerîka û ne Îsraîl bi ti awayek derfetê bi rêjîma Îranê nadin ku çeka navkî berhem bîne, lê rêjîma Îranê çend navendên navkî yên starkirî hene ku heta niha zanyariyeke serast ji karê wan nehatiye zanîn û egera vê heya rêjîm li wan navendên veşartî de hewla berhemanîna çaka navkî bide.