Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî li derheq bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliytê welatê Bêljîkê ve peyamek belav kir

10:58 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2025

Rêzdar Mistefa Hicrî: Xistina navê spaha pasdaran bo nav lîstê rêkxiravên terorîstî, pêngawek girîng bo nîşandana rûkê rastîn ê komara îslamî ye.

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreyterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdidstana Îranê, li derheq xistina navê spaha pasdaran lbo nav lîstê terorê ji aliyê parlemana Biljîkê ve, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hewla Parlemana Bêljîkê bo xistina navê spaha pasdaran li lîstê terorê, bi pêngawek girîng li pêvajoya eşkerekirina rûkêl rastîn ê komara îslamî û baskê vê yê tepeserker û dijîgelî ya komara îslamî dizanîn û em piştevaniyê lê dikin.

Em hivîdar in, ev pêngawa bibe handanek bo Yekîtiya Ewropa bo vê ku pêngawek hevşêwe bawêje ku daxwaza piraniya xelkê Îranê ye.

Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

28ê Pûşpera 1404 a Rojî

19 Tîrmeha 2025