Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elerebiye naveroka agirbesta li navbera Durûziyan û dewleta Sûriyê aşkera kir

11:01 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2025

Pêka rapora Elerebiye, korîdorên mirovî li navbera parêzgeha Dir`a û Swêdayê de vekirî ne û birîndar û keseên medenî, têne veguhastin.

Pêka vê raporê, ev girêbest li roja Şemî, 28ê Pûşperê hatiye wajokirin ku dawî bi şerê çekdarî bîne, lê pirsgirêk her berdewam e û eşîretên ser bi dewleta Sûriyê, daxwaza azadkirina girtiyên xwe yên li destê Durûziyan de dikin û egera vê heye ev bibe sedema dijwartirbûna rewşê.

Ehmed El-Şer`i ê serokê demkî yê Sûriyê ragihandiye ku rê nade bernameyên cudaxwazî û dabeşbûna yêkparçeyî ya li Sûriyê de biqewimin.

Herwisa dewleta Sûriyê li vê rojê de agirbesta seranserî ragihand.

Pêka amarên ku Çavdêrê Mafê Mirovî yê Sûruyê belav kirine, zêdetir ji 940 kes heta niha li şerê di navbera çekdarên Ehme El şerie  û girûpên tundajoye Îslamî û Durûziyan de hatine kuştin.