
Pêka raporên belavbûyî, beşa jihevqetandina madên gazî ya petrokîmî anku yekeya 70 a palavtinbgeha Abadanê teqiya ye û heta dawiya roja 28ê Pûşperê agir û dûkela vê berdewam bûye û gorî amarên destpêkî bi sedema vê bûyerê çendîn kes kuştî û birîndar hene, lê beşek ji ragiahndinên rêjîmê îdia kirine ku agirê vê hatiye kontrolkirin.
Heta niha sedema teqîna yekeya 70 ya vê palavtingehê ku mezintirîn palavtingeha Îranê ye nehatiye zanîn û berpirsên rêjîmê wek hertim ev bûyer bi derzkirina gazê ve girê dane.
Herwisa 2 agirpêketin li şeqama “Nofêl lo Şato” li Têhranê û tenişta balyozxaneya Îtaliya û herwisa li nêzî binaya “Hilal Ehmer” de qewimîne ku sedema agirpêketinên li wan cihan de, nehatiye zanîn, dîsan rêjîmê ew jî bi derzkirina gazê ve girê dane û îdia kirine ku lêkolîn hêj berdewam in.