Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê daxwaza sizakirina bikerên şerê li Swêdayê kir

11:17 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2025

“Marko Robiyo”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li roja Yekşemî 29ê Pûşperê, ragihand ku dibe dewleta Sûriyê, bikerên şer li Swêdayê siza bike û dibe şer bê sekinandin.

“Nûredîn El-Baba”, berdevkê wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê li deverên bakûr û rojavayê parêzgeha Swêdayê de cihgîr bûne, bajarê Swêdayê bi tevavî hatiye valakirin û ti hêzeke eşêretan li wir de nemane.

Pêka rapora “El-Exbar” a Sûriyê, şêwreya eşîretan pêka biryara serkomarê demkî yê Sûriyê, hemû hêzên xwe bo parastina agirbestê, ji bajarê Swêdayê derxistine.

Serkomarê demkî yê Sûriyê ragihand ku her aliyek vê agirbestê binpê bike, ev dê destdirêjî bo desthilata netewî ya Sûriyê bê hisêb.

Hêzên artêş û eşêretên ser bi dewleta Sûriyê, li êrîşa bo ser Durûziyan li parêzgeha Swêdayê de cinayetên hovane kirin.