Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara rojreşiyê li Îranê de bilindtir bû

11:23 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2025

Navenda Amara rêjîma Îranê belav kir ku li demsala Bihara îsal de amara bêkarî %11 û nirxa enfilasiyonê %35.6 bûye û bi vê pêkê rêjeya rojreşî û felaketê li Îranê de li 3 heyvên Biharê de gihîştiye %42.2 lê li rastiyê de hem amara bêkarî û hem amar enfilasiyonê çend qat zêdetir ji amarên fermî yên rêjîmê ye.

Pêka amarên navenda amara rêjîmê, li parêzgeha Xuzistanê de rêjeya rojreşî %46.6, parêzgeha Kirmanê %45.9, Luristan %45.8, Hormozgan %45.8, Îlam %45.5, Sine %44.4, Urmiye %43.3 û parêzgeha Sîstan û Belûçistan %43.1 hatine hesibandin.

Ew yeka li halekê de ye ku li parzgehên Rojhilata Kurdistanê û herwisa Sîstan û Belûçistanê de asta hejarî û rêjeya bêkarî bi astekê bilind e ku piraniya xelkê rastî qeyranên aborî hatine û rêjîm amarên rast diveşêre.