Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîmeke spaha quds a spaha pasdaran a trorîst li Belûçistanê de ji nav ço

19:25 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2025

Tîmeke 12 kesî ya spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li nêzî sînorê Efxanistanê rastî girûpeke çekdar hatin ku li encamê de 10 terorîstên rêjîmê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî li Belûçistanê, ev tîma terorîstiya rêjîmê ji xelkê Îran, Pakistan û Efxanistanê pêk hatiye ku spaha pasdaran a terorîst bo armancên xwe yên gemar û dije mirovî ew wek kirêgirtî bi kar anîne û li jêr fermandehiya 2 kirirêgirtiyên rêjîmê yên bi navên “Hûşeng Sûrîzih û Yasir Nûşîrewanî” de bûne û li sînorê Serawanê de kirayên wek ,teqekirin li xelkê medenî, rêgirî, talankirin, destdirêjî bo ser jinan û çendîn kiryarên din ên gemar hebûne.

Nasnameya wan terorîstên ku hatine kuştinê, wiha hatine ragihandin:

Mihemedarif Husênber, naskirî bi mela xelkê bajarê Serawanê.

Mihemed Ekrem spahî, xelkê Serawanê.

Sena Pehre naskirî bi dayî Sena, xelkê Caliqê ser bi bajarê Gulşenê.

Urfan Belûç xelkê devera Çîdgî ya ser bi Maşkil a Pakistanê.

Nezîr Notî Zêhî, naskirî bi Şapûr, xelkê Dalbendîn a Pakistanê.

Esed, ku nasnavê wî nehatiye zanîn, ji hêzên serbaziya berê ya Efxanistanê, xelkê Efxanistanê û rûniştiyê bajarê Serawanê.

Bazgul, ku nasnavê wî nehatiye zanîn, ji hêzên serbaziya berê ya Efxanistanê, xelkê Efxanistanê û rûniştiyê bajarê Serawanê.

Nêimet, ku nasnavê wî nehatiye zanîn, ji hêzên serbaziya berê ya Efxanistanê, xelkê Efxanistanê û rûniştiyê bajarê Serawanê.

Ehmed, ku nasnavê wî nehatiye zanîn xelkê Efxanistanê.

Omer ku nasnavê wî nehatiye zanîn, xelkê Efxanistanê.

Herwisa navî birîndaran wiha hatien raguihandin:

Yasir Noşîrewanî, xelkê gundê Isfendekê ser bi bajarêl Serawanê.

Pehlewan, ku nasnavê wî nehatiye zanîn, xelkê Efxanistanê.

Pêka gotina hinek çavkaniyên nefermî vê tîma terorîstî dixwest li Efxaniostanê de kiryareke terorîstî ya pêwndîdar bi kuştina kirêgirtiyekî gemar ê ser bi rêjîmê yê bi navê Oreng Sûrîzihî ye ku birayê yek ji wan terorîstên rêjîmê yê bi navê Hûşeng Sûrîzihî bûye û hêzên Ceyşuledilê kuştina wî li stuyê xwe girtibû.