Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îtiraf kir ku xisarên giran bi navendên navkî kevtine

12:06 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2025

Berdevka kabîneya rêjîmê li civîna rojnamevaniyê de îtiraf kir ku xisarên giran bi damezrave û navendên navkî yên rêjîmê kevtine, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê navendên veşartî yên navkî hene.

Rêjîma Îranê ku li wan rojên dawiyê de neçar bi îtirafkirin bi lêketina xisarên giran bi navendên xwe yên navkî bi taybet Fordoyê bûye, ragihandiye ku xisarên micid bi wan damezraweyan kevtiye, ew yeka li halekê de ye ku berpirsên rêjîmê ew xisar bi sivik û kêm ragihandibûn.

Îtirafkirinên rêjîmê bi wan xisaran tevî ku dide xuya bernameya navkî ya rêjîmê bo berhenmanîna çeka navkî li navendên diyarîkirî de rastî xisar û sekinîna demkî hatiye, lê ji aliyê din ve rêjîma Îranê çend navendên neragihandî yên weşartî yên navkî hene ku heta niha bi serrastî, ast û qasa karê wan nehatiye zanîn û egera vê heye rêjîma Îranê li jêr sîbera danûstandinan û îtirafkirin bi xisarên pêketî bi çend navendên navkî, derfetê bo berhemanîna çeka navkî bi dest xwe ve bîne ku gef li mirovahî û cîhanê ye.