
“Avigdor Lieberman”, Wezîrê berê yê Berevaniya Îsraîl û rêberê hizba “Yisrael Beiteinu”, ragihand ku tolhildan take tiştek e ku li hizra rêberên rêjîma Îranê piştî şerê 12 roje mijûl kiriye û armanca rêjîma Îranê derbelêdan e û Îsraîlê bilî şêrîşa pêşdestane ti bijardeyek din nîne û hekî ev bi cihê
Benjamin Netanyahu de Serokwezîr ba, dê ferman bi “Mossad”ê bida ku bi tenê yek armanc hebîn, ew jî guherîna tev a rêjîma Îranê ye.
Herwisa navbirî ragihand ku take gef bo ser Îsraîl, bernbameya navkî nîne, belku bernameya mûşekên balistîkî yên rêjîma Îranê jî gefek micid e.
Navbiurî ragihand ku take garantiya ewlehî bo Îsraîl, guherîn a rêjîma Îranê ye.