Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

nirxa hewcehiyên malbateke kedkarî li Îranê, gihîşte 50 milyon Tumenî

11:49 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2025

Pêka amarên ku rêjîma Îranê bi xwe belav kirine, bi sedema bilindbûna çend qatî ya hewcehiyan bi taybet bo qata kedkar, niha her malbateke kedkarî li heyvê de hewcehî bi 50 milyon Tumenî heye ku bikare hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe dabîn bike.

Pêka amaran, bilindbûna zêdetir a %70 a gelemper a nirxa xwarinan ku beşek ji wan xwarinan heta %159 bilind bûne û herwisa bilindbûna nirxa îcareya malan, vegusatin, av û berq, derman û hewcehiyên dinê, jiyana qeyranî ya kedkar û herwisa malnişînkiriyan gelek dijwartir kiriye.

Bi awayê nêvincî her kedkarek li Îranê 14 heta 15 milyon Tumen û malnişnkirî 13 milyon Tumen, hiqûq hene, bi vê pêkê jiyana qatên hejar ên xelkê Îranê dê hêj dijwartir bibe.