
Pêka raporên belavbûyî, navenda hêza întizamiya rêjîmê li şeqama “Saêb” a bajarê Tewrêzê de teqînek gelek mezin qewimiye û hinek çavkaniyan ragihandine ku ev navenda hêza tepeserkera întizamî ku bi “Emakin”jî tê naskirin, bûye armanca 3 dironan û herwisa li nav çend navendên artêşa rêjîmê û spaha pasdaran a terorîst li taxa Menzeriye li nêzî cihê teqîna yekem de teqînek gelek mezin qewimiye.
Hêza întizamî ew teqîn înkar kirine li halekê de ku bi sedema wan dengên mezin ên teqînê, li çendîn taxên bajarê Tewrêzê de xelk ji malên xwe hatibûne derve
Artêşa rêjîmê jî îdia kiriye: “ ev dengê teqandina bombên neteqeiyayî yên şerê 12 roje bûne û dengê pedafendan jî bi armanca lêdana hinek Rîzperendan bûne û seranserê parêzgeha Tewrêzê de hêzên rêjîmê li rewşa amadebaşiyê de ne”.
Herwisa li şeqama Bakirî li bajarê Têhranê de teqînek gelek mezin qewimeye û şirketeke berhemên neftî jî li nêzî rêya Ziyar bo rojavayê Îsfehanê teqeiya ye. zanyariyên zêdetir hêj li ber dest nînin.
Pêka raporên belavbûyî li bajarê Rizwanşehrê ser bi parêzgeha Gîlanê, teqînek gelek mezin qewiye û tevî ku heta niha sedema vê teqînê nehatiye zanîn lê ev bîna xisarek gelek zêde pêketiye û ti xisarek canî jî nebûye lê 13 kes birîndar bûne
Ji aliyê din ve li taxa Bahoner a bajarê Reştê de jî teqînerk gelek mezin qewimiye û heta belavbûna vê nûçeyê ti amarek ji kuştî an birîndarên vê teqînê belav nebûye.
Berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê li vê derheqê de ragihandine ku lêkolîn berdewam in û sedema wan teqînan hêj nehatiye zanîn.
Rêjîma Îranê her cure teqînekê bi derzkirina gazê ve girê dide û egera vê heye ku vê carê jî derzkirina gazê bi sedema wan teqînan rabigehîne.