Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên hovaneyên rêjîmê li Belûçistanê berdewam in

12:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li roja 29ê Pûşperê de karbidestên bonyadê mesken a rêjîmê li gundê “Resûlabad”ê li devera “Merzilab”ê ser bi bajarê Zahidanê, beşek ji mizgevta wî gundî ku xwendingeha Quranê bûye hilveşandin e daxwaza bertîl ji xelkê kirine ku hekî diraf neddne wan, dê mizgevtê bi tevavî hilveşînin û ev mizgevt bi terorîstperwer binav kirine.

Pêka gotina xelkê wî gundî ti pirsgirêk li belgeyên îdarî yên vê mizgevtê nebûne û wan hêzên hov bi armanca bêrêzîkirin bi bawerî û ola xelkê, ev kirayar kirine.

Herwisa li 30ê Pûşperê, hêzên hov ên rêjîmê li şeqama “Hafiz” a bajarê “Çabihar”ê de bi awayê xoseranê, teqe li maşîna kesekî Belûç kirin ku li encamê de zêdetir ji 2 kesan birîndar bûne ku rewşa wan bi gelek xirab hatine ragihandin.